kabrayekî xełkî ew wiłate bo kasbî çûbû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  628 Dîtin

kabrayekî xełkî ew wiłate bo kasbî çûbû bo ew wiłatî estemûłe, be her çermeserî û perêşanîyek bû, şitêkî pêkewenabû. jinêk xistibûye dawî xoyewe û xoy lê mare kirdibû. jine kułke małêkî hebû pyawey birdibuwe lay xoy. řojêk pyaweke yekêkî xełkî wiłatî xoyanî berçaw ekewê, birdye małewe. em pyaweş ke wa řêy kewtibuwe ew wiłatî estemûłe û lewê be hejarî ejya û kewtibuwe dawî ew jinewe, le katî xoya û le wiłatî xoya pyawêkî pyawane û dewłemend bû. wa dyarbû şitêkî lê qewmabû, wiłatî becê hêştibû û kewtibuwe ẍerîbî û kewtibuwe lay ew jine. ke çûne małewe jine nanî bo mîwaneke dana û mîwanîş zorî birsîbû, destî kird be nan xwardin, emca kabra xeber û ḧał û eḧwałî wiłatî xoyanî lê pirsî, witî:

tuxwa êsta başey kuřim çone? kabray mîwan witî kuřî wa her nîye, hemû ew wiłate be serî ew swênd exon. witî daykî çone? witî mepirse, eger çakî û be seruberî ew nebê başey kuřit awa dernaçê. witî małeke çone? witî dîwaxaneke şew û řoj egeřê. witî meř û małat çone? witî bařebařî meř û berx êware û beyanyan le dewrey řeşmała ełêy dengî saz û awazî beheşte. witî tuxwa gemałe bore çone? witî bedewrî řanekeda her wekû şêr esûřêtewe, bo çî dêłê yekê tuxnî ew mêgele bikewê. witî hîç xeberit le mayne kewe heye? witî mayn, mayn nîye, dû cwanûy be şwêneweye, le naw qersêł û sêpeřda be arezûy xoyan eleweřên.

jine ke zanî wa pyawe bew core destî kirduwe be qisekirdin û beşan û bałî samanî mêrdekeya dêt û mêrdîş wa gwêy bo řagirtuwe, hat nanekey le berdem kabray mîwanî hawşarîda hełgirt, mîwanîş hêşta têrî nexwarduwe. emca kabra witî dey çawekem le ser qisekanit biřo. kabraş witî bipirse ta wiłamit bidemewe. kabra witî qisekantim ewende pê xoşe emewê dîsan lêt bipirsimewe. gemałe bor çone? witî welle topî. witî çon bo çî topî? witî gurg naye naw řaneke û kelakêkî zor kewtibû û ewîş xerîkî xwardin bû êsqanê gîraye gerwî û xinka. witî beřast meřekan neman? bo çî neman? witî pêm witî gurg tyan nîşt, ewîş leber ewe bû ke mayne kewe be xoy û cwanwekanyewe diz birdî. îtir gurg be tewawî derfetî hêna û le goşeyekewe kewte řaneke. witî ey başe, daykî başe neytiwanî başe binêrêt çarêk bika? witî daykî başe mird. witî bo çî daykî başe mird? leber çî mird? witî ewende girya be ser termî başey kuřta heta swê buwe û mird, witî bo çî başey kuřim mird? ew bo çî mird? witî małeketan řûxa kewt beserya, bû be jêrewe û mird. jineş lew lawe gwêy lem qisaneye, herçende tê naga ke em kabraye çî ełê, bełam be řeng hełbizirkawî mêrdekeya ezanê xeberî naxoşe. ew zorî pê xoş bû. kabray mîwan her hesta kirdî be kewşekanya û boy derçû, witî le xirapî em jinet lewaneye em małeş biřuxêt, ba biřom.