her lew binare kabrayek řêy ekewête małêk...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  621 Dîtin

her lew binare kabrayek řêy ekewête małêk.(wekû boyan gêřamewe le dêy temûte). kabrayekî mîwan lew małe danîştibû nanyan bo danabû nanî exward. xawen małekeş le mał nebû. kabray řêbwar selamî kird û lew lawe danîşt. kabray mîwan cwabî selamekey dayewe, îtir xułkî nekird bo nan xwardin, wa dyarbû yektirîşyan enasî. kabray řêbwar witî ke hatim beser małî êweda têpeřîm. kabray tir witî řêgeket lewêwe bû. witî jineket sikî piř bû, witî xoyşim ezanim, witî mindałî hêna. kabra witî jinê sikî piř bê ebê minałî bibê. witî dû kuřî hêna. witî xesûyşim hemûcar dû dûy ehêna. witî yekêkyan mird. witî dyare jinekem neytiwanye şîr be herdûkyan bida, şîrî kem bû. witî le paş beynêk ewîtrîşyan mird. witî ke birakey mirduwe, wa dyare ewîş leber cyabûnewey ew mirduwe. witî zorî pê neçû daykekeşyan mird. witî ewe le taw kuřekanî swêy buwetewe. witî wadyare xwardinit be lezete. witî leber ewey axir minîş eyxom. witî kabra xeyał meke to bît û em hêlkewřone naçêjît.