meḧmûd ’elî mirad gêřayewe witî lew sere...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  400 Dîtin

meḧmûd ’elî mirad gêřayewe witî:

lew sere kabrayek hebû tûleyekî hebû, tûle topî û kabra zor beperoş bû boy, hemû car ke basî ekira eyut: řeḧmetîyeke! melakanî menguř seryan kirde serî û pêyan wit: kabra eme ḧerame, to çon bo tûle segêkî topîw wa ełêt! kabra witî: melayne! řeḧmetî gelî xisłetî çakey hebû, xêr û xêratêkî zorî hebû, małî mîratî hebû, tenanet le katî sere mergîşda wesîyetî bo min kird ke sedtimenîşî bo bikem be îsqat! melake ke ew qiseyey bo ekird witî: çon! merḧûm ew qiseyey fermuwe?!