ḧeme sabłaxî boy gêřamewe witî ḧacî mîrza...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  761 Dîtin

ḧeme sabłaxî boy gêřamewe witî:

«ḧacî mîrza řeḧmet»y sabłaxî ew serdeme ke tirumbêl û şit nebû qafłey ew le hemû wiłatî sabłax û mukiryana menşur bû. carêk qafłe eçê bo tewrêz barxane bar eka û egeřêtewe û egene ser çomekey sabłax, lemlawe hemû xełkî sabłax û ḧacî mîrza řeḧmet xoyşî der eçin bo seyrî qafłe, pêşengî qafłeke lewberî aweweman eka û napeřêtewe, ke pêşengîş necûła hemû karwan ewestê, herçende qetarçî «heydê»y lê eka kełkî nabê.

ḧacî mîrza řeḧmet lem berewe bang eka: kuře! ewey caran pêt wituwe ewey pê biłê! qetarçîş ełê: qurban hîçim pê newtuwe her heydêm lê kirduwe. emîş pê ełêtewe kuře çît pê wituwe ewey pê biłêrewe egîne ew ’aleme ebê her çaweřê biken. qetarçî ke ezanê hîç kełk nagrê, lê ewestêtewe le pêşeng esrewênê û ełê: de biřo le quzî daykî xêwit berim! pêşeng epeřêtewe û hemû ’alem be mîrza řeḧmetewe dest eken be pêkenîn!