mela nasiḧ le kerkûk be řeḧmet bê le nwêjî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  458 Dîtin

mela nasiḧ le kerkûk be řeḧmet bê le nwêjî beyanîyana zor dirêjey eda be nwêjeke, beyanîyek xoy pêşniwêj eka û surey

«albiqre» le nwêjekeda exwênê, kabrayekî

«kunekotrî» be xełuzfiroşin çûbû bo kerkûk, ew beyanîye le pişt serî mela nasêḧewe nwêj eka, eyewê zû lêbêtewe û biřwatewe, mela nasêḧîş her le nwêj nabêtewe, kabra tengetaw ebê, nwêjeke ebřê û be dengî berz bang eka ełê: mela! gû be řîşî bawik ew kese le pişt ser towe nwêj eka, xwa bîbřê lem nwêjeş ke to eykey! eme ełê û eka be pêławekanîya lê eda eřwa!