xurşîd efenî řewanduzî hebû ḧakim bû le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  404 Dîtin

xurşîd efenî řewanduzî hebû ḧakim bû le kerkûk, řojêk kabrayekî zirteboz afretêk xirap eka, îş aşkira ebê, kesukarî afret şikat eken. kabra û jineke dênne meḧkeme. xurşîd efendî le jineke epirsê, em kabraye ku hate lat û kû řazî bûyt? jineş ełê: qurban! cenabî xurşîd efendî hîç agam lêy nebû nazanim çon şitî wa buwe, (kabra wa bew lawe řawestawe, bełam kabra kabra nîye lende hořêke!) xurşîd efendî hełdestê kursî becêy dêłê dar’esakey heł’egrê eynê beser singî kabrawe û řû ekate jineke û ełê: hey qeḧpey maker! a em kisuk baye «ker» bigê seqetî eka, henûke to kû ełêy agam lê nebuwe?! bem core meḧkemeyan eka!