lew sere kanîy jinan hebû jinan meleyan lê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  396 Dîtin

lew sere kanîy jinan hebû. jinan meleyan lê ekird. kabrayek «ḧeme bor» y naw bû. çû bo ser kanîyeke. jinekan řût bûn. ewîş lenakaw çû be seryana. jinekan şiłejan û kewtine pelepel. ḧeme bor her be nyazî bînînî ewan çûbû û xoy kirdibû be kwêr - be teqeteqî goçan çuwe pêşyan. jinekan wityan xo ewe kwêre!

yekêkyan be řûtî hate berdemî ḧeme bor wîstî taqî bikatewe: destî xiste ser serî xoy û witî: ewe ebînî? ḧeme bor witî: ne’. destî xiste ser çawî witî: eme ebînî? witî: ne’. destî xiste ser memkî witî: ewe ebînî? witî: ne’. destî xiste ser nawkî witî: ewe ebînî? witî: ne’. emca destî xiste ser dwabřawekey witî: ewe ebînî? witî: ca eger ewe nebînim ke wate kwêrî dinya û qyametim.