ême legeł ew serdeme kuřukał bûyn ’umer...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  348 Dîtin

ême legeł ew serdeme kuřukał bûyn!

’umer yasîn hebû. sertaş bû le beẍda, dûkanekey le cadey řeşîd bû le nizîkî mizgewtî ḧeyderxanewe. «sîmon» y řeḧmetîş lewber bû. ew serdeme pase textekan leser cadey řeşîd îşî dekird. le bab alişcirî - yewe ehat bo kazmye eçûn. yekê le cêgakan ke tyaya ewesta zyatir ber dûkanekey ’umer bû. lewê ewesta û bangî ekird «kazim, kazim» kirêş be çwar pul bû. weya biłên be ’aneyek bû. ême kuřukał danîştibûyn le dûkanekey westa ’umer, pyawêkî xełkî ew şarezûre «marf» y naw bû. be hoy burhanî ḧamd begewe ewîş lewê bû. lewlaşewe pas yek be şwên yeka dê û heryeke bo xoy bang eka «kazim, kazim». ewendeman zanî marf řapeřî û çû yexey yekê le şagirdî otombêlekanî girt û be kurdî destî kird be cinêwdan pêy, witî: axir ey şêxewlqadir (řoḧim wequrwanî wê) gûy kirdige we xoya? axir em kazim kazme bû we çî? wa to her wekû zîqlawłe dagte we yeka û we kazim kazim ew nawet heras kirdige!

kabray şagirdîş waqî wiřma, nazanî em çî ełê paşan ême çûyn kabraman hênayewe û pêman wit: bawkim ewan řêgakeyan waye, bo kazmye eçin. ebê her bangî ewê biken, lewlawe ke geřanewe îtir her bangî şêx ’ebdulqadir eken. witî: sa çuzanim! xo şêxewlqadir (řoḧim wequrwanî wê) le bawejin newge!