lew deştî dizeyye kabrayek pełeqersîlêkî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  486 Dîtin

lew deştî dizeyye kabrayek pełeqersîlêkî hebû, çwar pênc kar pêy fêr bibûn, eçûn eyanxiward; kabra her derî ekirdin û ewan her ehatnewe. yekêk le karekan karepelêk bû serî sipî bû, kabra geyşte tînî, řawî nan û karepelekey girt be dar hate wêzey witî:

hey segî segbabî le sey bû, ewe ewan seryan řeşe û le hîç tênagen, xo to serit sipîye, axir nabê tozê şerim lew muwe sipîyey serit bikey? ewa çend care min dertan dekem, lebatî ewe to pêyan birêyt de ḧeybe îtir, ba neçînewe. ke çî xot pêşyan dekewî û deyanhênîtewe, de biřo bîxo lo xot.