duktor kawis qeftan gêřayewe witî pûrim boy...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  606 Dîtin

duktor kawis qeftan gêřayewe witî: pûrim boy gêřamewe witî:

ewa řojêk le małewe hemû danîştûyn, dergay ḧewşeke kirabowe, ewendeman zanî pyawêk be hełedawan kirdî be dergada, hate ḧewşewe. be biřiskawîy pirsî erê pêşaweke le kwêye? êmeş wa tê geyştîn ke em kabraye tengawe û małekey be mizgewt zanîwe, awdestekeman pîşan da, xêra serî kird be awdestekeda; ewa êmeş çawman lêye destî bird beserî penceyekî tozê pîsayî derhêna xistye ser peřoyek û hate derewe û witî: małtan awa bê û řûy kirde qapî ḧewşe bo řoyştin, êmeş ememan zor be lawe seyr bû û lêman pirsî xałe to eme çît kird û boç wat kird? witî: bira bêjim çî? nexoşim, çûme lay ew ḧekîmey dirawsêtan, mu’ayeney kirdim witî: biço tozê le pîsayyeket bêre ta teḧlîlî bikem, minîş bêjim çî gûm naye, hatim bepele emey bo ebem ta bizanim dwacar çî êjî?

witî: êmeş witman ca bawkim eme çon ebê? ew daway hî xotî kirduwe! ewîş witî: bira eme êwe êjin çî? gû her guwe, hî min wê û hî yekêkî tir wê her bo ew xase! emey wit be fiřkan le derga derçû be nyazîy xoy bo lay duktor.