lew binarî deştetałe pyawêk hebû sofî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  406 Dîtin

lew binarî «deştetał»e, pyawêk hebû «sofî pîrot»y naw bû; cołayî ekird, mîwanêkyan hat ewîş leser pêçałke bû. dinya zistane agir kirawetewe, kabray mîwan lem berî agirdanekewe danîştuwe û xêzanekey sofî pîrotîş lewberewe. jinekey, derpêkey diřabû; dwabřawekey bederewe bû, sofî pîrot çawî lêy bû, lenaw pêçałekeda, mekûkî ehêna û ebird eyut: hepûş mepûş, ew kune dapûş! jine her tê ne’egeyşit, benaçar sofî pîrot her bedem mekûkkutanewe xêra serebzutêkî le agireke her hêna û hawîştî bo jinekey, ser bizût bo neçê bikewê le dwabřaweke! jine letawana û leber ew nakawye, hełbiłoqayewe le ’ezretana bîlamanêyekêkî pyahêna! ca sofî pîrot mekûkekey her ehêna û eyut:

hetermeter,
ew lew betir!