eḧmedî ḧacî sałḧ qasim gêřayewe witî ewa le

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  379 Dîtin

eḧmedî ḧacî sałḧ qasim gêřayewe witî:

ewa le serdemî xoya małman lewlay xane sûtawekeweye le suleymanî, serdemî gencayetî û mindałîme, řiqim le ’etay ḧacî kake ḧemey şałî heł girtuwe nayełim be teqey tifenga bew kołaney êmeda biřwa, her legeł der’ekewt ekewtime şwênî dest leser şan be cinêw û be berd têgirtin kunemişkim lê kirdibû be ’emaret! xwa heqe, ewîş çawî be min ekewt şwênî nebû xoy tya bigrêtewe, her çwar hengawî ekird be hengawêk û boy der’eçû! eger carêk byannardaye bo xan û bo bazař, we ya xoy îşî be bazař bibwaye, ebwaye le řêgayekî zor dûrewe hemû kołanekanî bibřyaye, ew wexte biçwaye bo bazař, emeş hemû le tirsî min!

maweyekî zor em załmyey min û ew tirsey ew dirêjey kêşa, çi yaray ewey hebû bew kołaney êmeda têpeřê. ewa řojêk seyrim kird ew ’etayey ke caran çawî be min bikewtaye şwên nebû xoy tya bigrêtewe, hîç gwêy nedamê û her ehat, min leme zor tuře bûm, destim kird be qise pêwtinî û witim ewe berewřûm dêyt! seyrim kird ewîş destî kird be cinêwdan be min û her dête pêşîşewe! min ke emem dî, hendê le gîvbûnewekey xomim kem kirdewe û le şwênekey xom westam! nexêr ew her dête pêşewe û hîç gwê nadatê! witî: min yek dû hengaw kişamewe dwawe, ew her nawestê û dêt ewa cinêwîş eda, xo minîş le cinêwdan nekewtûm!

danewîmewe bo berdêk û berdêkim tê girt, ewîş danewyewe bo berd û berdêkî girte min, yek dû hengawî tir kişamewe dwawe, ew her dêt cinêw eda û berdim bo ehawêjê, seyrim kird bonuberame encamêkî çak nada bedestewe, bexwa piştim tê kird û emca min kewtime hełatin! goşeyekî çawim pêweye seyr ekem kewtote serim ha êsta bimgirê, ha tozêkî ke, be hercor bû serim kirdewe be małî xomana û dergakem daxist! gwêm lê bû witî: bom řaweste hey wa wat lê bikem! min eger bimzanyaye to ewende ḧîzełeyt, em dû sałe bem core xomim tûşî em ’ezyete û derdîserey û kołane û kołanem ekird?!