amîn alsadat hebû le seydekanî baynço û
«amîn alsadat» hebû le seydekanî «baynço» û «sine» bû; zeman hênabûy beserya hejar kewtibû, xwêşî betewawî terkî dinyay kirdibû û kewtibû xaneqay byarewe, çawekanîşî nemabûn, pyawêkî girdepyawe û kurtebała bû, qisey nesteq bû û be danedane qisey ekird. řojêk cafirsan eçête byare lelay şêx ’ela’edîn danîştibûn, «amîn alsadat» yiş le goşeykî ḧewşekeda danîştibû, çend kesêkî lê ko bibûnewe qisey bo ekirdin, xełkekeş ḧezyan ekird gwê le qisey bigirin, «cafirsan» yiş le dwawe gwêy le qisekan ebû, wa dyar bû qisekanî tozê leşî cafirsanî exurand! řûy kirde şêx ’ela’edîn, witî: şêx ’ela’edîn! em siłuswałkerane çîn kewtûnete em xaneqaye, kes nazanê esłufusłyan çîye û kuřî kên, xoyan kirduwe be pyawmaqûł! mebestîşî «amîn alsadat» bû.
lew kateda bangî nîweřo bû, bangîş geyşte «ئەەشْhedu an miḧmidaً risul alilhErebî» «amîn alsadit»yiş gwêy le qisekanî cafirsan bû, her hesta darudestekey destî hełgirt û hat belay cafirsanewe, witî: aẍay cafirsan! a’ewe lew bangeda heye baway min bû ya hîn to?! êmegel bê esił û fesił nîn, êwegel kes nazanê le kwêwe hatgin be kełegayî swarî em wiłate bûgin! ême hezar sałe lem wiłateyn û kurdîşîn, welê êwe bebê fesłî hatgin û kurdîş nîn! xaneqay byare cêgay necîbzadegele, cêgay bê esił û fesłigel nîye, bem dare ew demuleset wird bikem?! nawê bizanî çon qise ekey?!
cafirsan herwa le şwênekey xoya terêq bowe, bełam neyxiste ser xoy, gwaye leber şêx ’ela’edîn û xaneqay byare deng naka!