feqî miḧemed hemewend zor weřez bû le hendê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  414 Dîtin

feqî miḧemed hemewend zor weřez bû le hendê kirdewey meḧmûdî kuřî, hełî girt birdye lay mela ḧesenî qazî bo şikat, witî: cenabî qazî, em kuřem zor bêdłîm eka. witî: qurban ’ereq exwatewe û nwêjîş naka! meḧmûd witî: çon? witî: qurban cenabî qazî! herçende bê’edebîşe bawkime, bełam qisekey wa nîye; feqê miḧemed witî: cenabî qazî, em kuře herwa lasare, qet buwe nwêj bebê xwêndinî qur’an?!

meḧmûd witî: qurban, qur’an exwênim û şitîşî lê wer egirim. mela ḧesen witî: adey şitêkim bo biłê ba gwêm lê bê; emca meḧmûd witî:

şerabî ał û ḧorîy çawbelek,
piřyetî beheşt be coge û leklek
bo tam û seyranî, dił be’awate,
em qisey bende, fitway bawate!

feqî miḧemedî bawkî witî: qurban, em negbete dwênê çuwe qur’anekey mela mistefay ḧacî mela řesûłî dizîwe û em şitaney lêwe fêr buwe! mela ḧesenîş witî: sa be xwa minîş şitêkî dîkem le qur’an wergirtuwe, ba tewawî kem boy:

cezay pyawî çak ew ḧoryanen,
mestîy badey mey ew saqsîmanen!

biřon, biřon, qur’an ezanin û ’emelîşî pê naken!? bełam le çaretan da!