qadir ḧemîn le şeqławe nardî witî pyawêkî...
qadir ḧemîn le şeqławe nardî, witî:
pyawêkî çîrokbêj hebû le şeqławe, nawî «’ewl» û xełkî suleymanî bû, ke çîrokî egêřayewe û ḧeqayetî exwêndewe, eger bas basîy diłdarî û ’eşq bwaye, emey xwarewey ekird be seretay ḧeqayetekey û eyut:
emca aẍam bigeřabay, hekşawê, daşkawê, şoxuşengê, nermunołê, xiřuxołê, be lutfî şîrîn, be zimanî şekerîn, daym qendî le lêw debarê!
înca aẍam mepirse! çi nask senemêk bû, şox bedemêk bû, henarimjêk bû, çawî detut pyałeye, kepwî detut qełeme, didanî detut sedefe, çenagey detut goye, gerdinî detut bilûrî sê nimreye, deysê, sîney detut qaqezî semerqendîye, dû lêwî lê nesb kiraye, yekyan tamî şekerî lê dê, yekyan tamî hengiwînê!
ew ca aẍam destekî be singî dena, laqî pê kirde destî du’akerî beyanê, herçende hergêřî kird û wergêřî kird, kunekey nedozyewe, înca destî de çekmeceyekî řakird, dûrbînêkî heşt terxanî hêna derê, daye pîş çawî, dûrî nořî, nizîkî nořî, çon derzêkî le şûşeda bê, bew mîsale derzî, înca duřřî le yaqûtî gîr kird, yaqûtî lê be kerit kird, řûbarî maweranê we gome tengî kird dû bewey, yekê bewekey xoy!
xo eger ḧeqayet dastanî pałewanî û şeřuşoř bwaye, emey xwarewey ekird be sereta:
ew řostemey dastane, ew pałewanî zemane, gurzî hełsûřand û dayhêna, legeł estêranî cût ekird, piřjî agirî lê debarî, ke lêy daxsitî, cûte çokêkî ewtoy le defey singî da, yekê ewtoy lê ber da, gasnî tewrêzîy pê sûr bikirêtewe!