’eze weylêse hebû xełkî suleymanî û le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  387 Dîtin

’eze weylêse hebû, xełkî suleymanî û le serdemî turkekana zeftîye bû, ke ehate wextî qisekirdin, qisekanî gelê ziltir bûn lewey ke zeftîye bû; ke byannardaye bo şwênêkîş, nawkî ekewt! ca em ’eze weylêseye eyut: eme çîye?! ḧukûmet emannêrê bo dewrî kołîtanumołîtan? temtemane û sîksipan be lakel û canbêzar, řojman ekene şewî tar!

namannêrê bo mesekanî sałḧî feyze û bo dołaşî emînî elî weys û bo tepekelî şêx řastîye û deştî pan. kesê nîye biłê kwan, gîzey tifengî mêşuleye, hewhewî swarî kêçuleye, ne çeteye û ne dengî, pêt naçête awezengî, îş û karman her xwardine, lew maweye her nûstine!