cambazekanî suleymanî ke keregeřêk ebraye...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  412 Dîtin

cambazekanî suleymanî ke keregeřêk ebraye mezatxaneke bo firoştin, bem core basyan ekird, lepaş ewey ke destêkyan emałî beser piştya eyanut: yar řoxî bazař, tezbêḧî bazař! eme ker nîye, maynî meḧneke, çwarnałe eka, legeł bada sema eka. kerî mîsrî leberî hełdê, xoy nagřêtewe ta qoryeşkaw! bewrî beyan ḧedî çîye, leřûy ema nawî nîye, barhełgire beqed kêwêk, wirdeřewtî her wek dêwêk, alîkî ew twêkłeşûtî, beqnyate wekû lotî! kefeł pane, simit xiře, lûlaq berze, milestûre, piştî nanewê, to çît bwê, ew way ewê! kuře! em kere, ker nîye, ledestî xotî mede, gwêdrêje, kilkidrêje, limozberze, nawçaw pane, çwar kilyey heye, dû leserewe, dû lexwarewe, were seyrî ke, bonî demî ke, simił û sêpeře wa lenaw demya, takû neybînî nazanî çîye. be sî û dû taranî, mezat be sî û sê taranî, leser toye be sî û çwar taranî, de biřo xêrî lê bibînî.

kabra: bexuday mamosta be gořî babim, eme be ders nexwênrê, leber nakirê!

mamosta: be xuday biram, be gořî kakim, be dersîş bixiwênrê her leber nakirê!