mindałan yarî eken ełên herkes nêye bo...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  734 Dîtin

mindałan yarî eken, ełên:

herkes nêye bo yarîy
daykî ebeyn be dyarî
bo şêxekey cebarî.

dîsan mindałan ke şeřegeřek eken, ełên:

mindałanî geřek
serpeřî xeřek
werne derê
bo şeřegeřek!

dîsan ełên:

mindałê derê
werne derê
paşa kujra
be xencerê!

mindałan ke çawşarkê eken ełên:

qeła yek û qeła dû
xwace xot bigre derçû