řeşey ewlaẍa ta zeman piştî tê nekirdibû le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  392 Dîtin

řeşey ewlaẍa, ta zeman piştî tê nekirdibû le yekepyawanî mîrawdelî bû, le nizîkî sûreqełat «kêlî» domedê bû, kiçe domêkî lê bû, «mîna»y naw bû, lew naweda nawî dabowe. řeşî aẍa eywîst bîhênê û piřkêkîşî ne’ekird, seyrtir ewe bû mînaş bîstibûyewe, ewîş her řazî nebû! em şî’raney be řeşî eẍada witbû:

dara bel û berde kozgundêke le merge
řeşîd aẍay simêł boz
to çît dawe le kiçî qoz

řeşîd aẍaş bem core wełamî dabowe:

çîdî meke gaługuře
řeşîd pîr nîye, hêşta kuře
çaw biqûçêne û ling hełbiře