kabrayek lew deştî dizeyewe bercûtêkî hebû

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  475 Dîtin

kabrayek lew deştî dizeyewe bercûtêkî hebû! leber temełî boy ne’edûrayewe. genim lewane bû be tewawî hełwerê, derudrawsê naçaryan kird bewe ke biçê bîdûrêtewe. řojêk çû destî daye û legełî xerîk bû, çend řojêk bem core serî xiste ser genmekey. řojêk yekê le dirawsêkanî çuwe lay û pêy wit le genmeket çit mawe? witî: ew serey bibeme serê û bîhênmewe, lêreşewe bîbeme serê û bîhênmewe, kilke meqryekî damênê bayî pazde řojane!