babe şêx gêřayewe witî lew wiłatî hewlêre...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  644 Dîtin

babe şêx gêřayewe witî:

lew wiłatî hewlêre, bawe le katî ḧeca yekêk ḧacîyan ko ekatewe eyanba bo ḧec û her kese û şitêkyan lê esenê beranber bew îş kirdine ke boyan eka. ḧacî bekir hebû ke ewîş xerîkî ew îşe bû, řojê yekê le dełałekanî tir dêt bo lay û pêy ełê: to hemû ḧacîyekanit řakêşawe bo lay xot û nanî êmet biřîwe. ḧacî bekirîş ta ew wexte her panze ḧacî bo ko kirabowe û ewanîş lelay danîştibûn, heł’edatê ełê: nanî êwem çî biřîwe? min heme û nîme panze ḧacî ḧîz, îtir le kwê hemûm ko kirdotewe?!

ḧacîyekan ke eme ebîstin dest eken be cinêw û qisewtin pêy û lêy eřewnewe. herçend ḧacî bekir hawar eka ke mebestî hîç nebuwe, kełkî nagrê! em qiseye xoy bû be beła beser xoyewe, le encama way lê hat kes řûy tê ne’ekird û hewlêrî becê hêşt.