nûrî ’elî emîn gêřayewe witî westa ḧeme...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  500 Dîtin

nûrî ’elî emîn, gêřayewe witî:

westa ḧeme sałḧêk hebû le pênciwên kurtandirû bû, em westa ḧeme sałḧe afretêkî cwankeley dirawsêyan hebû, mirxî lê xoş kirdibû.

şewêk eçête ser cêgakey û dest eba bo sing û memkî, afret xeberî ebêtewe û eynasê, ełê: kake ḧeme sałḧ ewe çî ekî?!

ełê: wełła xuşkim ewe kurtanêkim dûrîwe bo ew gwêdrêjey ke le tewîlekemandaye, destim lê da witim bizanim řêkupêke! afretekeş ełê: kake ḧeme sałḧ hîç, wa bizanî sing û berokî min kurtanxane û tewîlexaney toye?!