dû pyaw hebûn le suleymanî mela ’elî ḧacî

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  501 Dîtin

dû pyaw hebûn le suleymanî, mela ’elî ḧacî eḧmed û mela meḧmûdî ḧacî marf, emane her le mindałîyewe řefîq bûn, bełam her dûkyan keř bûn ya biłên gwêyan giran bû. řojê mela ’elî peştemał û şit edate bin dest xoy û eçê bo ḧemam, mela meḧmûdî dostî tûşî ebê, pêy ełê: ewe eçî bo ḧemam? ewîş ełê: newełła eçim bo ḧemam. mela meḧmûdîş ełê: wełła wam zanî eçî bo ḧemam, de biřo xwat legeł!