lew sere dû kabray kurd çend gabarêk...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  484 Dîtin

lew sere, dû kabray kurd çend gabarêk edene pêş û eçin bo hewargeyekî tir, dinya şew û řemezan ebê, belay awayyeka tê epeřn, seyr eken wa le serbanêk nwêj ekirê, yekê lem dû keseş nwêjker ebê, be hawřêkey ełê: to lay gabarekan řaweste ta min dû řikat nwêj ekem û dêmewe, ewca eřoyn.

kabra eçê û wa dyare tûşî ebê be tûşî teřawêḧewe, ta êstaş şitî way nedîwe, hawřêkey bangî lê eka: kuře bê we řêwe direnge, emîş her leser banekewe bang eka ełê: bira, gabarekan buwe û biřo, wa dyare îşeke buwe weřqeberî le beynî min û ew kawray serçemgeda, ya ewese ew min eda we zewîda, ya ewese min gûy toy lê ewarênim û eydem we zewîda!