baram begî eḧmed beg boy gêřamewe û witî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  1852 Dîtin

baram begî eḧmed beg, boy gêřamewe û witî:

çûme şarî «sine» kuřêkî dostim hebû, pêy witim lelay êwe yapraxî çak lê enên, to wesfî bike yapraxêkî wekû lay êwe le małî ême lê binên û bîxoyn. minîş ewey zanîm pêm wit, řojê nardî be şwênma çûyn bo małewe, yapraxekeyan lê nabû, xwardiman û em qiseyey xwarewey bo gêřamewe, îtir nazanim zererî min bû ya hî ew?!

witî: lew sere dû kabra hebûn, yekêkyan zor hejar bû, ewî tirîşyan zor dewłemend bû, bełam hîc helêkî dest ne’ekewt boy!

kabray hejar cûte gayekî hebû, řojêk yekê le gayekanî emrê û be tewawî pekî ekewê, behenasesardî lêy danîşt. kabray dewłemendî dirawsêy bîstî û hat bo lay û pêy wit: biram ewe çît lê qewmawe wa bew core kizît? witî: biram çîm lî biqewmê! bew cûtegaye mał û mindałim bexêw ekird, êsta yekêkyan mird, ewa betewawî pekim kewt! kabray dewłemend hîç dengî nekird û çuwe derewe, her ke řoyşit linge gayekî nayabî nard bo kabra, kabra zorî pê xoş bû, daye pał lingekey xoy û cûtî kewtewe geř. řojê dwayî hatewe bo lay û witî: gayekem bo nardît werit girt? witî: werim girt, xwa le birayetî kemit neka û małit awa bê, bûyt behoy manewey xom û mał û mindałim. witî: bira ewe çi qiseyeke to eykeyt? ême dirawsêyn, heç îşêkit hebê beser serim. îtir em gaye bû behoy dirga kirdinewe bo hatuçokirdinî kabra bo małî em pyawe dirawsê hejare û řoj be řoj kabray dewłemend zortir marîfetî enwand!

řojêk kabray hejar pêy wit: biram to ewende çakî legeł min ekey, de axir toyş ba carê îşêkit bikewête min, bełkû minîş bitwanim tozê cezay ew çakanet bidemewe. kabra witî min hîç îşêkim nîye yek îş nebê, witî: ey le minit nekewê bîłê, witî: axir le řûm hełnaye! witî: boç le řût hełnaye? min biratim bîłê. witî ke wate çî bê le to nihênî bê?! min em hemuwe mał û samanem heye, bełam nazanim biçme lay jin! witî: çon nazanî biçye lay jin?! witî: be kurdî nazanim gan bikem! witî: ca ewe çîye? ey le minit nekewê, çûne lay jin awa û awa ebê, herçend legełî xerîk bû boy tê negeyenra, her witî nazanim! witî: eger etewê fêr bibim, ebê xot çon ekey, bew core minîş fêr keyt!

kabra herçendî kird boy tê negeyenra, emca naçar çuwe lay jinekey xoy û witî: afret xot eyzanî em pyawe çakeyekî zorî legeł ême kird û êstaş îşêkî heye, ełê nazanim biçme lay jin, minîş her çend pêy ełêm fêr nabê, bo ewey cezay pyawetîyekey bideynewe to fêrî ke! jine witî: pyaweke şitî wa çon ebê?! witî: afret, axir em pyawe pyawetîyekî zorî le sermane, min her mebestim eweye fêr bibê!

kabra be her cor bibû jinekey xoy řazî kird û emca çû be pyawekey wit biço ba jinekem fêrit ka! kabra çû îşî xoy tewaw kird hatewe, kabray mêrdî pêy wit: fêr bûyt? witî: xwa to xoş bikat, wirde wirde fêr ebim!