’êl serew jûr bû bo kwêstan le dû hobe...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  628 Dîtin

’êl serew jûr bû bo kwêstan, le dû hobe dû kabra hebûn, yekêkyan «elî weys» û yekêkyan «mirad weys»y naw bû, ewyan kuřêk û emyan kiçêkî hebû. elî weys betema bû kiçekey mirad weys bênê bo kuřekey.

pêkewe em duwe eçin bo bane û egeřênewe, egenewe ser dûřyaneke û lewêwe herkes la’eda û eçêtewe bo hobekey xoy. kelêk dûr ekewnewe, elî weys kewtewe bîrî ke xwazbênî kiçekey nekird bo kuřekey! egate ser gerdêk û bang eka: erê bêfeř lebîrim new kiçeket dawa kem bo kuřekem, êsta êjî çî? mirad weysîş ełê: wa dam wa dam. emca elî weys be destêkî, destekey xoy egrê û maçî eka, be corê ke şeqqey maçeke bigate lay mirad weys! elî weys dête małewe û be kuřekey ełê: kuře bêfeřî negrîse! hełse biço bo małî dezgîranit, kiçekey mirad weysim bo xwazwênî kirdigît. ewîş ełê: be bê çîtî sûr çon eçim! bawkî ełê: bêfeř bom hawridgî.

řast bû ew wextey ke çûbû bo bane dû gez çîtî sûrî bo hênabû, daykî nafekekey lew çîte hełdênê û parçeyek edrûy be şwên nafekekeyda! emca kuře heł’estê milî meřêk egrê eřwa, le řêgada şeket ebê lebne berdêkda ser enêtewe tozêk enwê, lew kateda şwanêk seyrî naw lingî kuře eka, diłî le çîte sûreke eçê. ełê: we kelam eme bo kîse tûtin fire xase! be bêçirpe dêt nafekekey hełdênê û eyba! kuře paşan xeberî ebêtewe û be xoy nazanê, her bew core eçê bo małî dezgîranekey û egate ser berzayyek û da’enîşê, çawî be dezgîranî ekewê, sûrey serqîte řast ebêtewe! dezgîranî pêy ełê: kuře bêfeř sûret bişarewe! kuřeş ełê: ha, ha eme nîwgezî, dûgez le małeweye.

axrî kiçeke pêy ełê: kuře bêfeř, geługûnit bişarewe!

daykî kiçe bem karesate ezanê, seyr eka kuře zor berbade, ełê: kuřim biçorewe daykit binêre! kuře eçêtewe daykî enêrê, daykî kiçe pêy ełê: kuřeket zor bê’eqłe, karesatekey bo egêřêtewe, ewîş ełê: ewe meger tiřutuxmî ew bawkekerey nîye?! min em kuzem bo saf ekird, ke çî êware ew ke ehatewe fiłq eykird be qingima! ewîş her lew bawkeye!

paş emane kiçe egwêzrêtewe bo kuře, kuře eçête lay, le wextî çûne lada ser eka! beyanî bawkî kiçe le kiçekey epirsê ke kuřeke bû be zawa? kiçeş ełê: ne.

emca be kuřeke ełê: boç be zawa nebûyt?! kuřeş her le şewêwe ḧeytey ser sûrî xoy girtuwe be destewe ełê: çon newgim we zawa? ey eme gûy toye weser kîrmewe?!