lotî řeḧîm hebû le sine ’enterêkî hebû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  430 Dîtin

lotî řeḧîm hebû le «sine» ’enterêkî hebû, řojêk caf ke eçun bo kwêstan, xurmayan legeł xoyan ebird, le sine le ’entereke ko ebnewe û çend denkê xurma eden be ’entereke, ’enter destî bird denkê le xurmakanî dû sê car kird be qingî xoya û derî hênayewe, emca ewanî tirî xward.

yekê le lotî řeḧîmî pirsî: ewe em ’entere boç wa’eka? witî: ewe em bestezmane carêk hełûjeman daye û xwardî, nawkî hełûjekan le qingya gîrî xward û der nehat, zurî niqan kełkî nebû, wext bû bimrî, le axra be hizar firit û fêł be ceřbader derman hêna, ’entereke zor tûşî ’ezyet û azar bû, êsta lew wextewe her şitêkî bidrêtê le pêşa eyka be qingî xoya bizanê der dêtewe yan ne, ew wexte eyxiwa.