jinêk hebû le sine ferxî xanmî naw bû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  611 Dîtin

jinêk hebû le «sine» ferxî xanmî naw bû, îşî ferxî xanim ewe bû eçû pyawêkî neşarezay edozîyewe mêrdî pê ekird. le paş dû sê şew tełaqî lê esend be mareyî û ḧeq û ḧiquqewe. bew mareyî û şite ejya ta tewaw ebû, emca eçû yekêkî tirî ebînîyewe. bemcore teẍarey tewaw kirdibû.

carêk «sey ḧemesen» êkî seqzî eçête ewê, ferxî xanim xoy tê heł’eswê û xoy lê mare eka. le paş dû şew byanûy pê egrê û ełê ebê tełaqim bidey. dinyaş şewe û mangeşew bû, leser ’adetî kurdewarî kuřukał leser serenwêlk le ber mangeşewekeda danîştibûn. ewanîş eyanzanî le karubarî ferxî xanim, bibûn wekû dełał boy bo tełaq daneke. ferxî xanmîş bew şewe leber çaw ewanewe pêy le sey ḧemesen kirdibû be ew şoke tełaqî bida. kuř û kałîş eyanut: «asey ḧemesen ferxî xanim jinêkî xas nye, her řojî beber yekêkewes tełaqî de ba biřwa». emeş ferxî xanim xoy fêrî kirdibûn. sey ḧemesenîş tełaqî ne’eda. le encama hate ser ewe le paş ewey ke ewan zor řûyan lê naw witî: «bawe îmşew wazim lê bêrin, sozî we ban çaw tełaqî edem».