’elye turke hebû le suleymanî witî be...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  436 Dîtin

’elye turke hebû le suleymanî witî: be çeteyetî kewtime sîweyl çûme dêyek bûm be mîwanî pîrêjnêk, zor xizmetî kirdim taqe mirêşkêkî ebû boy serbiřîm û derxiwardî dam, le paşa ke lêm da řoyştim zor şermezarî bûm, witim daye to xot ezanî min çetem, hîç par û pułêkim nîye bitdemê, le tołey em çakeyetda ke legełit kirdum her ewende etwanim meger swarit bim. ewîş ełê: de çake be qurbanî ḧemrêt bim, yařebî ḧemir dirêj bê û xwa ḧefut bika!