pyawêkî dirawsêman hebû mudîrî qeredaẍ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  418 Dîtin

pyawêkî dirawsêman hebû mudîrî qeredaẍ bû le ser şikatî xełkeke destyan le îş kêşabowe hênabûyanewe suleymanî, ewîş bo ew maweye ke emênêtewe karekerêkî legeł ḧoy hênabû bo ewey çêşt û nanî bo bika. mudîr kuřêkî hebû le mekteb eyxiwênd, le ḧewşekeda sekoyek hebû mudîr dinya hawîn bû leser sekoke enust, karekerekeşî le lay xoy enwand, peyjeyek le serbanî mubeqeke danrabû yekêkîş leser banî mubeqekewe bo ser banî gewre danrabû, kuřeke be şew le serbanî berzeke enust. şewêk kuře heł’estî dête xwarewe eçête ser cêgay karekereke, ewîş hawar eka aẍa ewe kuřeket hatote serim, aẍaş pyawêkî zor dîndar û le xwa tirs bû, legeł heł’estê dest edate darêk û boy dê, temaşa eka ew kuře serî kirdote ser serînî kiçetîweke û pirxe pirx xewî le xoy xistuwe, bawkî eydate ber dar û řay’epeřênê ełê: ḧeramzade îşt çîye hatûyte êre? kuře swênd exwa ełê: babe be dem xewewe hatûm! bawkî ełê: mirdut mirê to qiseye bike baweřit bikirê, le dû serbanewe be dû peyjeda be dem xewewe hatîte xwarewe, axir çilon nekewtî û milit neşka?!