wextî xoy ke îngilîzekan taze hatbûne û...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  488 Dîtin

wextî xoy ke îngilîzekan taze hatbûne wiłatewe, kaptinêk le suleymanî legeł muxtarî geřekekeda nasyawî peyda eka. înca kabray muxtar ber qapî małî kapîtanî girtibû herkes bihataye bo dîdenî şitêkî bertîl lê wer’egirt û ew wexte eçuwe lay kaptan îznî bo werdegirt, ke biçête jûrewe. axrî kaptan pêy zanî ke em kabraye bo xełk řûtewekirdin hatuçoy eka. be xizmetkarekanî wit: eger hat derî ken her çend xizmetkarekan pêyan wit: bawkim îtir meye kaptan pêy naxoşe, ew be gwêy ne’ekirdin û her eçû. řojêk le derga çuwe jûrewe kaptan destî daye dar ḧeyzeranêk ewendey le ser û gwêlakî da heta hîlak bû, be şeq le derga kirdye derewe! înca hendê kes ke muxtaryan enasî û le ber derga bûn bo ewey ke ewan nezanin têy hełdirawe pê’ekenî û kiław û camanekey be destewe bû eytekan û eyut: em kaptane pyawî çake, çend yarî û gałtey pê xoşe!