le dêy bilesen yekê le aẍa şiřekanî ew...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  462 Dîtin

le dêy «bilesen» yekê le aẍa şiřekanî ewê cutyarêkî hebû, hemû řojê eçû byanûyekî pê egirt destî ekird be cinêw pê dan û be lêdanî. řojêk cutyareke lêkî dayewe witî: eme ḧał nîye minî têdam. le diłî xoya dayn eger carêkî ke aẍake qisey pê biłê, em dest bika be lêdanî û hîç serî lê nekatewe. be řêkewt řojî dwayî leser cut bû dîsan aẍa hat û destî kird be bołeboł û cinêwdan, cutyarim cûtyar bû her cutekey berełła kird û aẍay daye ber neqîze! hawarî aẍa egeyşte asman. ewendey lê da heta be tewawî pelupoy lê biřaw nuzey ta nema. êware cutyar cutekey berda û berew mał bowe. nawçewanî girj kird û destî kird be bołeboł. aẍajnekey lê pirsî ewe bo çî û ḧêczî? ewîş witî: aẍam bê qeza bê hemû řojê dêt lêm eda û emkujê, be taybetî îmřo be neqîze ewendey lê dawim hemû leşî şikandum! jineke diłê pêy esûwtê û eçê be pîrî mêrdekeyewe pêy ełê: ewe bo çî to ewende xirapî hemû řojê eçî lem řenicbere hejare edey û îmřo be neqîze hemû leşît şikanduwe?! aẍaş le taw janî leşî, aẍay le xoy nîye, bełam bêzî naye biłê ew minî kuştuwe. ełê hełbet îşî çak neka minîş lî edem!