řojî 1956/9/9 bû se’at pêncî paş...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  587 Dîtin

řojî 1956/9/9 bû, se’at pêncî paş nîweřo, legeł ḧesen begî meḧmûd paşay cafda pêkewe le hełebce derçûyn. řûberûy xurmał bo çaw pêkewtin û seyrkirdnî mizgewte konekanî ew şwêne mêjûyye. otombîl, otombîlekey ḧesen beg bû, meḧmûd lêy exuřî. tirimbêleke řadyoy tya bû, qewanî «sê ga»y seyd ’elî esẍerî kurdistanî le êstigey beẍdada ew kate xirabuwe ser. řadyo kirabuwewe gwêman le denge besozekey sey esẍer bû ke eyut:

her wek pêşengî ser qafłey ’ecem
seḧer ne seḧray necef bibo cem

bew hoyewe ḧesen beg emey xwarewey bo gêřamewe witî:

ewa sałî 1926 e, legeł eḧmed begî wesman paşada - ke ew serdemey hedûkman coşî gencayetîman bû le hełebce şewêkî demew payîz le jûre biçkole taybetîyekey małî eḧmed bega danîştibûyn. eḧemed beg pyawêkî hebû ḧeme ’elî naw bû, be ḧeme ’elî wit ke neyełê ew şewe kes bêt bo lay, bew nyaze ke ême ew şewe bezmêkî tacrane bigêřîn. eḧmed beg be destî xoy hemû core xwardinewe û mezeyekî amade kird û beřastî newek bû bezmî tacrane, bełku bû be bezmêkî şahaney dûr le hemû diłtengîyek.

seru pêk nira beserewe û ḧeme ’elî le nakaw kirdî be jûra witî: ewa seydêk hat nazanim çî bikem? ew qisekey her le dema bû kitupiř yekêkî tir kirdî be jûra, ke serman berz kirdewe zelamêkî bałaberziman berçaw kewt, baweşê mêzerey sewzî be sereweye, ’ebayekî řeşî mawetî be şaneweye, řîşêkî řeşî piřî qełemkirawî pêweye witî: «silam ’ilîkim» û be bê qise danîşt. ḧesen beg witî: beřastî êmeş lew ser û dîmene be tewaw şiłejayn û le şermana be pelepel kewtîne şardinewey qape ’ereq û pêk û meze û hełsayne ser pê û leberî řast bûynewe, ke seyd danîşt zimanî hełhênayewe witî: «aẍagel bende sey esẍerî kurdistanîm, fermû danîşin». ke emey wit tozê řûman kirayewe danîştîn û bexêratman kird. ewîş têgeyştibû ke ême xerîkî çîn le paş tozêk witî: «aẍagel bezmî xotan têk meden, bendeyç erbabim, ew espawgele derken».

êmeş diłêk řazî û diłêk nařazî şitumekekanman ke şardibûmannewe hênamanewe meydan, bełam her şermiman ekird û destiman bo ne’ebird, emca witî: pêkêk bo minîç têken. ême hem pêman xoş bû hem piřkêşîşman ne’ekird. eḧmed beg sê pêkî têkird û yekemînî daye dest ew û êmeş her yeke yekêkman girt be destewe. sey esẍer pêkî wer girt û hestaye ser pê, pêkekey nizîkî pêkî eḧmed beg kirdewe û day le pêkekey û teqey lê hestan û witî: «be siłametî serî êwe» û nay be seryewe û danîştewe. seyrman kird řaste zor erbabbû, ew le ême gelê westatir bû.

tozê mat bû paşan witî: «aẍa pêkêkî tir bo em aẍay xotane têkewe» pêkî tirî bo kird û daye, ewîş nay be serewe seyrman kird wirde wirde řengî sûr hełgeřa û destêkî berz kirdewe û tozê mêzerekey lar kirdewe û le ber xoyewe destî kird be witin. paş maweyek ke germ bû daye çirîke û dengî bo berz kirdewe le geł ḧencerekeya şûşey pencerekan kewtine şek û şok. ewendeman zanî xiř şûşe hemû kewtine xwarewe, camî pencere xiřey kird. ke çak seyrman kird, her çî ehlî hełebceye be dewrey jûrekeda kobûnetewe lew newaye sersam mawin, ewî řastî bê êmeş hîç îxtyarêkman tya nema û etwanim biłêm kewtîn.