pêş ewe şeřî cîhanî duwem bête pêşewe...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  773 Dîtin

pêş ewe şeřî cîhanî duwem bête pêşewe, be taybetî le sałanî 1932 - 1939 be taybetî sałanî 1934 - 1937 xaneqay meḧwî le suleymanî be hoy teřî û çeşe cwanekey mela es’edî meḧwîyewe şwênêk bû lew şwênaney ke naw û nîşanî konî řabwardinî suleymanî pîşan eda.

mela es’ed ḧewşey xaneqay be guł û gułzar û ḧewz û qesrewe kirdibû be beheşte biçkoleyek. ke ekewte şewanî cim’e û sê şenbe, erbabî zewq û erbabî deng lewêda ko ebûnewe. semawerî heşt terxan tê exra û qoryey ’ecemî exraye ser. le ḧucre ya leber heywana, kuř û kał û feqê da’enîştin û be gwêndeyî û be fincanên û be qisey xoş řayan’ebward, le kerkûkewe şêx ’êzedîn û westa xald û mela qadrî qereḧesenî gelê car ehatin bo ewe şêx ’êzedîn û westa xald û be denge mela’kekeyan ew bezmeyan ewendey tir bigeyenin be asman, dengî goyndekan û bonî gułekan to biłêyt le asmanî xaneqa meḧwîda we ya le gyanekey mela es’ed da her le hatuçodan û řabwardinî pêşwî suleymanî bênnewe bîr?