le dêy yaxyan kabrayek nawî ḧeme ’elî...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
903 Dîtin
le dêy «yaxyan» kabrayek nawî ḧeme ’elî ’ecem bû, le seferberda be řeşbigîr girtibûyan le suleymanî le «’emele bilûkî» da damezrabû, lew beyneda de panze swarî zeftye çûbûne yaxyan le ser çaweke dabezîbûn, jinêkîş hatbû «kunde»y piř ekird, çawşêkî zirtebor le tenîşt jinekewe destî be aw egeyand, destî be de’bakeyewe bû, be jinekey ewt: «timaş, timaş» jinekeş eyut: řaweste baweḧîz şerit bêbêjim be ḧeme ’elî ’ecem.