jinêk hebû lew ser kiçêkî zor cwanî hebû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  878 Dîtin

jinêk hebû lew ser kiçêkî zor cwanî hebû, her çende xwazbênîker ehat kiçe şeřî legeł ekird û eyut: min şû nakem, şû bikem darêkî zilim tê biřn û ’ezyetêkî zorim biden? min şitî wa nakem. axrî pyawêkî dewłemend nardye daway, daykî kiçe zorî pê xoş bû, ke bîda bew pyawe, çuwe bin dest kiçekeyewe pê wit. kiçeş her le ser qisey xoy bû. emca pêy wit: kiçim to ewet ewê ke kêrî ziłit tê nebiřn, min xom legełit dêm, hî mêrdeket be destî xom egirim be arezûy xot çendit wîst ewendey ekeme jûrewe. kiçeke bem core řazî bû û mareyan kird.

înca şewê ke bûkyan bird, daykî le ser peymanekey le gełî çû. zawa ke hat daykî kiçe de’bakey girt piř be mist û nextêkî bo ber da, kiçeke witî daye ba nextîkî tirîş biřwa, ewîş destî şil kird tozêkî tirîş řoyşit. kiçe witî daye babê, emcare dayke becarê destî berdaw hemûy řoyşit. kiçe witî day eba hendêkî tirîş, daykî witî řołe îtir hîçî nema hemûy řoyşit. kiçe û tî «daye çît pê biłêm? bawkim be řeḧmet bê hemû car eyut yaxwa daykit destî negate hîç, heriştê destî geyştê pît û bereketî nahêłê, ewa ti’asî bû pît û bereketî emeşt bird û hîçit nehêşt».