ḧacî biraym aẍay ’enbar - řujêk serbanî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  561 Dîtin

ḧacî biraym aẍay ’enbar - řujêk serbanî koşkekeyan swaẍ dirabû hêşta wişk nebûbuwewe legeł kuřekeya be pê pilîkanekana ser’ekewn û eçne serban, le ser baneke eçne ew ser û egeřênewe, le ber ewe ke qunereyan le pêda bû şwênekey beser banekeda çał kewtibû, ḧacî ke çawî pê ekewê, lewê bang le xizmetkarekey ełê: «dewît bawik boç hêştûte em ker û caşe serkewne ser em bane?».

xizmetkarekeş ełê: qurban ker û caşî çî? ker û caş ço bem pê pilîkananeda ser ekewn? ewîş ełê:«qun fire bab! boç xot le min be’aqłitir ezanî wa etewê bimxeyte dirowe? ewe nîye şwên pêy kanyan dyare».

xizmetkarî quřbeserîş nawêrî hîç biłê, eger ełê şwên pêy xotane têr û piř tê hełdan exwa! çar naçar bêdeng ebê.

aẍa le geřaneweyana beser banekeda dîsan dû şwên pêy tir ebînê. řûy tê ekatewe û ełê: «segbab ewete ta ême lêre bûyn ker û caşêkî tir serkewtûnewe; ke çî çawîşman pêyan nekewt». řû ekate kuřekey û ełê: «řołe ba biçîne xwarewe, eme cinokan xoyan kirduwe be ker û caş û kewtûnete em serbane, eyanewê destiman tê jenin, newełła ta şêtyan nekirdiwîn ba biçînewe xwarewe».