westay biray marf le suleymanî bergidrû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  730 Dîtin

westay biray marf le suleymanî bergidrû bû, bełam le ber bê tutnî û bê kasbî, lew řojeda witûçêtîşî be demewe ekird. řojêk legeł ḧesenî sey eḧmedî xuşkezaya le dukanekey xoya da’enîşin û qise eken, westa taze jinêkî tirî hênabû, ḧesen lêy epirsê tuxwa xałe em jinet çone? ewîş ełê: wełła řołe xirap nîye, ełê: xałe em baştire ya jinekey pêşût? ełê: bo çî epirsî? ełê: her wa. ełê wełła řołe ewî řastî bê jinekey pêşûm tozê quzî gerimtir bû, em sarde sard. ełê: ca xałe eme çarî asane. ełê: çon? ełê: «lew kateda ke eçîte lay, tuzê çîlke dagîrsêne û bîxere paşełyewe îtir pêşełî germ ebê» ewîş ełê: ey tif le çaret bo qiset.