sey ’ebdułłay şêxul’îslamî hebû le sine...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  636 Dîtin

sey ’ebdułłay şêxul’îslamî hebû le sine pyawêkî êcgar be dîn û le xwa tirs bû. destî melayetîşî hebû suretî «alkihif»y le qur’ana leber kirdibû, be řojî heynîyan leber wêłî aynî eyxiwênd.

řojêkî cum’e, le geł desteye mela û feqêy sineda eçin bo «serniwê» bo seyran em terêk le xełkeke le pêşewe be řêgada eřwa û le ser ’adetekey xoy suretî «alkihif» exwênê.? lew surteda le dû şwêna axrî dû ayet heye, pêşînekeyan «sirba» paşînekeyan «’icba»ye mawey beynî em dû beyteş zor nîye. ew ke tûşî ayetî yekemîn ebê le batî ewe biłê: sirba, ełê: ’icba, ke egate ayetî duwem be tewawî boy der’ekewê ke şwênî ’icba êreye û ezanê le pêşûda ẍełetî kirdiwe.

lêreda legeł eweşa ke ezanê şwênî «’icba»ye û her ełê «sirba». layek ekatewe be dway xoya û ełê: merdim gel! be şayet bin em «sirba»y egre le cyatî «’icba»y bigirdike, ewey eyneç le cyatî egrese.