kuřekey kemal boy gêřamewe witî şagirdî û...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  836 Dîtin

kuřekey kemal boy gêřamewe witî:

şagirdî westa bûm le koye westa pêy witim,: a kuřim! biçorewe bo małewe bizane çyan ewê boyan bikře û boyan berewe, minîş çûm be westa jinim wit, ewîş witî: kořim emewê bo em nîweřoye yaprax bikem, biço hendê kerestey yapraxman bo bênewe, minîş be fiřkanê hatmewe û be westam wit, westaşim witî: kuřim biço boyan bikře û boyan berewe, çûm xêra kiřîm û birdimewe, westa jinim xerîkî qap û qaçax şitin bû, damê û geřamewe, pêy witim: kuřim toyş bo qaweltê werewe legeł mindałekan nan bixo, hatmewe bo dukan bo lay westam.

nîweřo be se’atê pêş wade, çûmewe seyrim kird westa jin mencełe yapraxî xistote ser agir û çend berdêkî xistote serî bo ewey têk neçê, lew laşewe dewrî û fexfurîyekanî hemû şituwe û le naw sînîyeka daynawin û naw małekeş gesk dirawe û hemû şit le şwênî xoyane.

lem kateda ḧisamî kuřî hatewe û witî: daye! birsîme nanim bo têke. daykîşî witî: gyanî daykê tozê řaweste hêşta yapraxeke ne kuławe, ba bikułî bot tê’ekem, ewîş witî: birsîme řanawestim, her êsta bom têke, daykî witî: kuřim pele meke ba bikułê bot tê ekem.

le ser eme em her ełê û daykîşî ełê nekuławe, tozê řaweste, bû be deme qałeyan, daykî witî: debřo milit bişkê êsta nekuławe. her ke daykî emey wit, ḧîsam neykirde namerdî sînye fexfurî hełgirt û day be ’erza, hemûy wird û heraş kird be ser yeka.

lem kateda kak sabîrî biray ḧîsam hatewe,, ke seyrî ord małeke şiłejawe û le daykî pirsî eme çîye û çû belay řadyonekewe, daykîşî karesatekey bo gêřayewe, emîş leme tuřetir bû, her hełîgirte řadîwin û day be zewîda û şikanî, witî: dyare em hetîwey biram şête. paş maweyek westam hatewe be sera û emîş pirsî em heraye çîye? westa jinim karesatekey bo gêřayewe, ewîş se’atekey le gîrfanî derhêna û daye ber řojekey û seyrî kird witî: xo hêşta nîw se’atî ewê bo nîweřo, destî kird be cinêwdan be mindałekan û emîş le řiqana se’atekey hełgirt û day be dîwarekeda se’at heraş heraş bû. westa jinîş - ya ḧelîm - ke emey dî sersam bû û leber xoyewe witî: bom derkewt ke êwe hemûtan şitên, neykirde namerdî mencełe yapraxî hełgirt û qiłpî kirdewe naw ḧewzeke! her min mamewe, minîş le daxî emane û le daxî birsêtî destim kird be sûřan û çeqene lêdan û hatme derewe.