kabrayek lew alane baxêkî hebû baxeke...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  658 Dîtin

kabrayek lew alane baxêkî hebû, baxeke çend dar gwêzêkî têdabû, kabra řojêk seyrî kird twêkłe gwêzêkî zor kewtuwe, bełam kembûnewey gwêzeke le çawu twêkłeke gełê zyatre, boy derkewt ke eme wirç pêy fêr buwe, be taybetî ke gû wirçî le naw baxekeda ber çawu kewt îtir hîç gumanî nema.

çû çend kesêkî hêna û xoyan lêy dagirt, şewêk seyr eken ewa wirçêk be ser dar gwêzekewe xoy mat dawe, derwêşêkîş lew lawe kołêkî başî dagirtuwe û daynawe. mangeşewe boyan derkewt, wekû çon wirçe fêr buwe derwêşekeş her bew core fêr buwe, derwêşyan girt û destyan kird be lêdanî kam lat dêşê; ca derwêşeke eyut: axir musłimanekan, tozê řeḧmitan hebê, min lew wirçe kemtirim wa le min eden û lew naden. kabray xawen baxîş eyut!: bawe ḧîz! wirçe feqîreke exwat û eřêt, to exoyt û ebeyt.