her em mela simayle řêy ekewête ew wiła...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  632 Dîtin

her em mela simayle řêy ekewête ew wiłatî «zînwê şêxî»ye zorî birsî ebê, řû ekate «hobe» yekî bołî, lewê ebîstê ke serkomareke nexoşe, eçête małî ewan û ełê: min ḧekîmim! zor be dewrya dên û xizmetî eken. pêy ełên: çarêkî em nexoşeman bo bike. ewîş ełê: axir minîş bo ewe hatûm.

dinya êware wext ebê ełê: deste bereyek nan legeł kaseye hengiwîn bênin. ewanîş eyhênin, parû parû nan eka be hengiwîn û kerekeda û eyhênê be dewrî serî kabrada û eyxiwa û ełê: qezawegêř û sedeqe serî ew bê. bem core eka ta têr exwa paşan ełê: emřo derman kirdin bese.

ke ekewne beyanî kabra emrê, ełên: xo nexoşeke mird? ełê: eger min ewem nekirdaye le pêş ewa min demirim.