aẍayekî ew sere baxewanêkî ẍerîb le dê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  645 Dîtin

aẍayekî ew sere baxewanêkî ẍerîb le dêkey xoy bo baxî naw koşkekey řagirtibû. baxewaneke jinêkî cwankelaney jîkelaney hebû. aẍa diłî pya çûbû. řojîk eçê be layewe destêkî bo eba. jine hîç deng nakaw îwarê bo mêrdekey egêřêtewe, mêrdekeş ełê: qeynaka bełam beyanî min ke eçim bo awdêrî baxeke to çend norduwe nanêk û «cewene» yekî «do» bêne û were bo lam, leber pencerey koşkî aẍada çaweřêm bike.

kabray baxewan eçê bo ser îş û jineş bew core ke mêrdekey pêy wituwe le deme demî hetaw kewtina egate cê, mêrdekey dêt û herdûkyan leber pencerey koşkid lê da’enîşin.

lewlawe xanmî aẍa jin le naw koşkekeda pencerekey kirduwetewe, beyanye seyrî ew bax û bêstane eka û çawî be baxewan û jinekey ekewê. kabray baxewanîş ke seyrî kird wa xanim xerîke seyr eka hîç xoy nexsite ser ew daretane ke kes çawî lêyane, le pêş eweda ke naneke bixiwa hesta çû be lay jinekeyewe le řûmetî mînay û le kargî kemay beşî xoy wer girt û emca destyan kird be nan û do xwardin, têr û piřyan xward û paş eweş carêkî tir legeł jinekeya awî jyanyan noş kird. emca hesta çuwe bo ser awdêrekey û be jinekeşî wit biçêtewe bo małewe pîşî wit eger xanim lêy pirsî, em pê biłê ke řojî sê car eme îşmane.

lew lawe xanim le ser koşkekewe çawî lem karesatey eman ebê. lay nîweřo dête xwarewe eçî be lay jine baxewanekewe pêy ełê: erê çetîw! ewe êwe çoleken wa bew core xerîk ebin? jineş pêy ełê: xanim ewe çîye? ême beyanî û nîweřo û îware bew core dû dû ekeyn.

aẍa jin le diłî xoya zor tûře ebê, îwarê ke aẍa dêtewe eçê be layewe û pêy ełê: bezyad nebê lem řabwardine ke ême hemane! ew baxewane bew nan û do xwardin le geł jinekeya be hemû cor geme û gałte eken û be hemû cor řay’ebwêrin, ême le ser em hemû naz û nî’mete - xwa bîbřê - hîçman dyar nîye. swêndim wa bê û qur’anim wa bê ya eweta ebê toyş wa bî ya emete ebê tełaqim bidey. min eme key jyane min řay ebwêrim? aẍa wekû le serban bîxene xwarewe ełê: afret eme to xewt dîwe? eme çî ełêyt û le keyewewe wat lê hat? xanim ełê qiseyeke û nebuwe be dû her eweye ke pêm witît.

le paşa wekû pend û çon û sewa kirdin řê ekewn ke emîş le şew û řojêkda sê car legeł xanmida em îşe xoşe biken.

dest le dest û qwet le xwa ew şewe be her cor bû ta beyanî dûyan kird. witî: afret yekêkî ba qerz bê besermewe.

ke kewte řojî sêyem baxewaneke be jinekey xoy wit: heste cwan û puxt xot biřazênewe biço be lay aẍamewe. jineş wekû mêrdekey pêy witbû xoy kird be gułî ał û wałay behar be lencew larêkewe çû be lay aẍayewe û xoy tê hełsû. aẍa sirkeyekî kird û witî: «biço bew lawe bêfeřey jan be xełkî kere, ew wexte qerzar nebûm ne’ehatî be lamewe, îste ke bûm be jêr qerzewe xotim tê heł’eswî, heste biřo heste dawêkî tirim bo menêrewe».

jine hatewe karesatekey bo mêrdekey gêřayewe, mêrde witî: «aẍa gyan, awa çarit ekem».