mela simaylî kanîskanî suleymanî hebû wit...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  886 Dîtin

mela simaylî kanîskanî suleymanî hebû witî:

sałêk çûme kerkûk le quryewe hatim biçim bo berî «qeła», seyrim kird le goşeyekî pirdekey «xase» we heraherayek dêt, ke çak seyrim kird eme le jêr pirdekeweye û pyawêk û kuřêk destyan dawete yexey yek û ew şwêneş kesî tirî têda nîye. minîş ew serdeme kiławêkî sipî û mêzereyekî sipîm dabuwe dewrî û le serim kirdibû le şitêk eçûm, kuřeke destî kabray řakêşa û hatin bo lay min, îtir be bê ewe hîç şerim biken kureke witî: ba em pyawe mubareke şer’iman bika. minîş le xeyałî xoma wamzanî meseleyekî şer’îyan heye û witim kuřim çîye? kuře witî: qurban em kabraye pêy witim nîw mecîdîm bidatî û îşî xoym le gel bika, hatîne em şwêne witman şwênêkî çołe û le řastîşda çoł bû kesî tir nehat her min û ew bûyn. ke çawim be ḧeytekey kewt pêm hełnegîra. bełam hênawmyete em şwêne û be ’ezyetîş hatûm, êsta her çende ekem nîw mecîdîyekem nadatê, cenabit şer’iman bike, her çî to bifermiwît min řazîm. witî: minîş em şer’ kirdinem belawe seyr bû boye witim: «bawkim le bapîrim û bapîrim le bapîre gewrem û bapîre gewreşim le îmamî «muzenî» û ewîş le îmamî «şaf’î» yewe řîwayetêk eka, ke eger jin û pyawêk le şwênêkî çoł û tarîka bûn û perde dadrabuwewe mareyî wacb ebê, em îşey êweş lewe eçê, kewa bû pêwîste nîw mecîdîyeket bidatê». witî: kabra naçar nîw mecîdîyekey da be kureke û emca řûy kirde min witî: «qurban wełła ta êste cige le cenabit gewadêkî tirim nedîwe ke awa bemcoreye be řwayetî řêk û pêk le ser mezhebî şaf’î ḧukim bida».