kabrayekî kurdî cafetî birînêk lela řanî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  775 Dîtin

kabrayekî kurdî cafetî birînêk le lařanî hatbû xoy çawî lê nebû. dwanze kuřî hebû be yekêkyanî wit: «a řołe, were seyrêkî bike bizane çone?» kuře hat û seyrî kird, witî: «bawe awî tê zawe». řûy kirde yekêkî tiryan pêy wit: «řołe! a toş were seyrêkî bike». ewîş hat û witî: «babe serekey sûr buwetewe; lam waye demedemî geyştinêtî». bangî yekêkî tiryanî kird, ewîş hat qiseyekî tirî kird. ta her dwanzeyan hatin û her yeke be corêk pêyan wit. paşan kabra serî berz kirdewe û witî: «o! xwa, xełkî we yek kesewe, hemû xeberêkî le estemûłewe bo têrnewe. min we dwanze kuřewe xewerêkî řastim le qingimewe ta gwêçkem dest nakewê».