mela yûsif hebû le tengîser mela ’elî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  890 Dîtin

mela yûsif hebû le «tengîser», mela ’elîş le «serzel»; serzel û tengîser dû gundin le qeredaẍ. ke yekêk eçû pirsyarêkî şer’î le mela yûsif ekird, mela yûsif eyut: «bira eme, gyay min û mela ’elî serzel nîye; eme gyay şêx necîbî qeredaẍe». şêx necîb, hamêkî zor gewre bû le zerdyaway qeredaẍ. mela ’elî çend carêk em qisey mela yûsfe ebîstêtewe. řojêk îtir cîqłidaney hełînagrê eçête ser mela yûsif pêy ełê: «mela yûsif! xwa bitgirê, to ke şitêk nazanî, min be xotewe boç epêçî? be çîda ezanî ke minîş nayzanim?»