melayek hebû lew sere mela bamokyan pê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  777 Dîtin

melayek hebû lew sere mela «bamok»yan pê ewt. be minałanî exwênd, ew minałane ke layan exwênd mindałêkî cwankîleyan le nawa bû, «’ewl»y naw bû, mela bamok be cwankeleyî mindałeke boy derkewt ke daykî cwane. řojê be ’ewlî wit řołe be daykit biłê mamostam selamit lê eka. ewîş pêy wit. daykîşî pêy wit řołe pêy biłê selamî xway leser bê û xwa řawestawî ka. ke ’ewl emey be mamostay wit, mamosta xoy qît kirdewe û le diłî xoyda witî řêkewtuwe. îtir beyn beyn selamî enard bo daykî ’ewl û daykî ’ewl hestî kird ke çîye, be mêrdekey wit, mêrdekeşî witî asane to řojê be naw dostî dił û lê bûnewe bangî kere małewe ca ew wexte řêgay xoy edozêtewe. daykî ’ewl hořê genmî danabû bo biřwêş, destařêkyan le lawe danabû bo ewe bîken be destařekeda. xerîkî řêkxistinî ew tifaqe bû, be kuřekey wit řołe be mamostat biłê ba îmřo bo qawełtî bêt bo małewe û bawkîşt le mał nîye.

’ewl çû daykî çî pê witbû be mamostay wit. mamosta camanekey bestewe û řîşwekanî berdaye û her çawêkî mistê kilî tê kird û çû bo małê daykî ’ewl. daykî ’ewl marîfetêkî zorî legeł nwand. mela bamok îtir be tewawî hate ser pêy. lew wexteda teqey derga hat, daykî ’ewl witî eyeřo ewe mêrdekem hatewe, û êste herdûkman hencin hencin deka. mela bamok witî çîm lê ekey? daykî ’ewl witî bem pele pelye lewe zyatir nakirê heste ew ’ebaye bide be serta û leser destařeke danîşe û dest bike be destařkirdin. min cwabî mêrdekem edemewe, mela bamok her xêra ’ebay da be serya û nîşte ser destařeke û destî kird be biřê lê kirdin. mêrde kirdî be jûra û danîşt. witî afret îmřo zor mandû bûm. witî bo çî? witî hořêkî tir genmim hênawetewe, etirsim ewe beşman nekat, ba em hořeşî legeł bê. mela bamokîş ’ebay dawe be serya û piştî kirdote eman û xerîkî haře haře. mêrde witî ew afrete kêye wa haře eka? jineş witî wełła pyaweke ewe mîmke besê dirawsêmane, -xwa karî řas bênê!- hat witî min hařeketan bo ekem. pyaweş witî yaxwa be xêr bêy mîmke besê, etirsim ’ezyet bê bot. mîmke besêş wirte le demye dernaye, her xerîkî hařekirdine. pyawe witî jineke ewe mîmke besê bo çi deng naka? jine witî pyaweke lê geřê hejare gwêrêjkey keř buwe. pyawe witî afret wa dyare êste mîmke besê qise nabyet, ewî řast bê min xomim lê xoş kirduwe, çunke em mîmke besêye le wextî xoya gelê buxtanî be towe ekird û be tewawî abřûy minî birdibû, êsta ebê heqî ber û dway lê bikemewe û ew sawerşim nawê ke ew bîhařêt. jine witî pyaweke eyřo ’eybe xeyałî wat nekirdibê, êsta mîmke besê leserey eweda nemawe, waz bêne ta biřwêşekey bihařê.

mela bamokîş ke gwêy lem qisane ebê be tewawî nawkî ekewê, ẍeyrî biřwêş kirdin nebê nawêrê hîç deng bika. tengî be hoře genim hełçinî, çaweřêy derfetêke boy derçê. ke hořegenim hemûy kira be biřwêş, pyawey mêrde kewte cimucoł, mela bamok seyrî kird îş zor xirape, hate pêşewe be byanûy pişûdan û ser awdestewe, ’ebakey be puxtî le xoyewe pêça û bebê xişpe hesta çuwe derewe, emanîş gwaye nayzanin mîmke besê hestawe, mela bamok le naw em tirs û lerzeda beher cor bû xoy řizgar kird û firtey bo kird bo lay minałekan û le derîşewe ’ebakey fiřê da. le paş çend řojêk daykî ’ewl be ’ewlî wit řołe be mamostat biłê daykim selamit lê eka. ’ewlîş em selamey be mamostay geyand, mamosta witî: zołî beçkezołn, ewe bo çî sawer û biřwêşeketan dwayî hatuwe?