lew wiłatî basnê û řeşekanîye melayek...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
785 Dîtin
lew wiłatî basnê û řeşekanîye melayek hebû mela ’ebdułłay naw bû. řojêk qise le zanyarî xoy eka û eyut min hemû ’îlmekanim xwênduwe, tenanet hindiseş zor çak ezanim. yekêk pêy ełê mamosta le ḧisaba çonît? witî ḧisab hemûy ezanim kes wekû min nayzanê, min le yekewe baş eynûsim ta no, bełam ke dête ser de nazanim nuxteke le lay řastewe da’enrê yan lelay çepewe, egîna zor çakî ezanim.