mela ’elî ḧacî meḧmû hebû le suleymanî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  483 Dîtin

mela ’elî ḧacî meḧmû hebû le suleymanî řojê le xaneqay ḧacî mela ’elî xerîkî destinwêjşitin ebê, serî de’bakey girtibû ehat û eçû. ekokî û eysû be dîwarî ber awdestekeda «astibra»y ekird. «mecolî xameş» lewê her destinwêj eşwa ełê mamosta ewe bo çi dîwareke kun ekey? mela ’elîş ełê: «mecol ew řeqî qayme nemawe ke to dîwte».