hetîwêkî qumarbaz hebû le seqiz moley...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  673 Dîtin

hetîwêkî qumarbaz hebû le seqiz moley naw bû, îşekey masî firoştin bû le naw şarda. řojê dû masî pê ebê, egate ber dergay małêkî xanmêkî kaşanî ke mêrdekey sergurd bû. be hoy wezîfewe kewtibûne ewê. be dengî hey masî molewe dête ber dergay ḧewşe. diłî eçê le masîyekan, lew kateşa parey pê nabê, legeł moleda řê’ekewn ke pêkewe binûn û yekê le masîyekanî bidatê. îş ekirê û mole masîyekî edatê. xanim ełê eger arezût lêye yekêkî tir û masîyekey tirîş. mołe pêy xos ebê, ełê başe.mole her dû masîyekey le dest der’eçê. mole ke destî le qingî hemaney betałewe der’eçê, leber qapî ḧewşekeda da’enîşê daway hendê awî xwardinewe eka, xanim le naw giłêneyekda awî bo dênê, mole ke aweke exwatewe giłêneke da’exat û eşkê, emca dest eka be giryan. lew kateda aẍay sergurdî mêrdî xanim dêtewe seyr eka ewa em kuře leber qapyekey ewana danîştuwe û egrî. lêy epirsê bo çî egrît? ełê qurban dû masîm pê bû, hatim lêreda daway tozê awim kird em xanme nextê awî le naw em giłêneyeda damê, ke awekem xwardewe giłênekem le dest kewte xwarewe û şika, êste xanim le batî giłêneke dû masîyekey lê gil dawmetewe. minîş le tirsî westakem nawêrim biçmewe û xanmîş masîyekanim nadatewe.

aẍay sergurd ke gwêy leme ebê řû ekate xanim û ełê xanim can ’eybe giłêneyek nirxî çîye wa to le batî ewe ew dû masyet lem besezmane gil dawetewe? pêy biderewe ba biřwa gunaḧe. xanim çarnaçar eçê dû masîyekey dênêtewe û eydatewe be mole, mole be xoy û masîyekanewe eřwa û xanmîş nawêrê ke deng bika ke karesat wa nîye.